Coşa Newroza ya di serî de li Amedê û tevahiya Kurdistanê di nava Kurdên li Ewropayê de jî rê li coşeke mezin vekir. Piştî pîrozbahiya nevendî ya dawiya hefteya borî li herêmên Kurd lê dijîn pîrobahiyên Newrozê tên lidarxistin. 

HORSENS: Şeva ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê hat organîzekirin. Tevî endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn, nûnerên PYD, Koalîsyona Kesk-Sor Partiya Enhedslîsten û Platforma Na ya Danîmarkayê axivîn. Şev bi gerandina govendê qediya. Wekî din, şeva fînalê ya Hefteya Newrozê wê roja Şemiyê saet di 17:00 de li Albertslûnd Mûsîk Teaterê pêk were.

CREÎL: Newroz li bajarê Creîl ê Fransayê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li sûka bajêr danê êvarê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” meşiyan.

EVRY: Li bajarê Evry ê Fransayê jî meşek bi meşale hate lidarxistin. Meşa bi dirûşma “Em ê teqez bi ser bikevin” ji aliyê Ciwanên Azad Evry ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. 

VÎLLÎERS LE BEL: Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê, bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi şiyara “Azad bike” meşek bi meşaleyan hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

NANTES:  Li rojavayê Fransa Nantesê li Komeleya Engîn Sîncer a NCD agirê Newrozê hate vêxistin. Bername bi stranên Alî Gul qediya.

LÛZERN: Newroz li kantona Lûzern a Swîsreyê bi meşeke bi meşale hat pîrozkirin. Di axaftinan de hat ragihandin, Newroza 2017’an biryardariya pêşîgirtina li dîktatoriya Erdogan û faşîstam AKP-MHP’ê ye.

BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi beşdariya nûnerên gelek partî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî Resepsiyona Newrozê hat dayîn. Sekreterê Giştî yê Enstîtuya Lêkolînê ya Kurd a Awûstûryayê û Lêkolînerê Zanistiya Siyasî ya Zanîngeha Viyanayê Thomas Schmîedînger li vê derê li ser girîngiya Newrozê û siyaseta rojane ya li Kurdistan û Tirkiyeyê axivî. Parlamenterê Partiya SP a Baselê Mûstafa Atici jî Newroz pîroz kir û bal kişand ser pirsgirêkên koçberan ên li kantona Baselê. Resepsiyon bi muzîkê û pêşkêşkirina xwarina Kurdan qediya.

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, Newroz ji aliyê 500 kesî ve hat pîrozkirin. Gel li Bahnhofplatzê li hev civiya û bi meşaleyan heta Zentralplatê meşiya. Li vê derê mîtîngek pêk hat û nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Platforma Na û Ciwanên Azad axivîn. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, bi sedan kesên li Reîthalleyê li hev civiyan heta Bûndesplatzê meşiyan û li vê derê Newroz pîroz kirin. 

FRÎBORG: Bi dehan kesên li meydana Ancîen Gare ya li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê li hev civiyan, bi meşaleyan heta qada Georges Phthonê meşiyan

ZURÎH:  Li Zurîh a Swîsre eleqeyek mezin ji bo meşa bi xetîre çêbû. Pîrozbahî li Helvetîaplatzê dest pê kir, li dor agirê Newrozê govend hatin gerandin û stran hatin gotin.

HEILBORNN: Newroz li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesî hat pîrozkirin. Li vê derê jî agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat dadan. Piştî axaftinan Koma Dîndar, Hozan Dijwar Acar, Şahîn Evîndar û Dildar Efrînî derketin ser dikê.

WOLFSBÛRG: Li bajarê Wolfsbûrg ê Elmanyayê, Newroz bi dirûşma ‘em ê teqez bi ser bikevin’ hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Peîne ve hat organîzekirin, bi beşdariya hezar kesî li salona Montenegro Schutzenhaûsê pêk hat. Humend Beşîr, Ahmet Rojava, Koma Mîr, Dimlî Amed û Serhado derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.

LÎNZ: Li Awûstûryaya Jor, bajarê Lînzê nêzî hezar Kurdistanî û dostên wan li Haûtplatzê civiyan û meşeke bi meşaleyî kirin. 

KRASNADAR: Li Federasyona Rûsyayê yekemîn agirê Newrozê li bajarê Krasnadarê hate vêxistin. Ji xeynî Kurdan gelên din jî eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê dan.

STOCKHOLM: Di Resepsiyona Newrozê de ji bo dengê ‘NA’ bang hat kirin. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe û Hamît Bîten bang li hilbijêran kirin, ku ji bo referandûmê di 8-9’ê Nîsanê de li Stockholmê biçin ser sindoqan û dengê ‘NA’ bidin. Nûnerê Swêdê yê Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê Metîn Rhawî, Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Lînde, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Serokê Koma Mafên Mirovan a Parlamentê Serkan Kose, Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh axifîn û Newroz pîroz kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN