Di vekirinê de endamên KJA, rêveberên HDP û DBP yên bajar û navçeyê û sedan welati amade bûn. Jin li ber Navenda Çandê ya Mîtannî li hev kom bûn û heta Taxa Yenişehirê meşiyan. Jin bi def û zurneyan meşiyan û bê navber siloganên “Jin jiyan azadi” û “Bıji berxwedana YPJ” berz kirin. Jin pîştî gihiştin ber akademiyê li ser navê jinan Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu, axivî û diyar kir ku di salên 1990’an de bi sedan jin rastî tacîz û tecawizê hatin û rastî îşkenceyê hatin û wiha got: “Xwestin jina Kurd têk bibin. Lê jina Kurd bêtir xwe bi hêz û rêxistin kir û tekoşîna xwe li Rojhilata navîn belav kir.”  Piştî axaftin û vekirinê Koma Folklorê ya Navenda Çanda Mîtannî govend gerand.   


DÎHA/MERDÎN