Piştî îlankirina rêveberiya cewherî, ev bi mehan e ku bi navê “qedexeye derketina kolanê” dewleta Tirk Nisêbîna Rengîn dorpêç kirine û êrîşên li ser gel berdawam dikin. Tevî êrîşên giran jî, gelê Nisêbînê ji aliyekî ve li hemberî êrîşan berxwedana xwe xurt dike ji aliyê din ve jî xebatên avakirina rêveberiya cewherî dimeşîne.
Yek ji qadên xebat tê meşandin jî xebatên çandî ne.
Kolanan wê bikin akademiya hunerî
Yek ji xebatkarên Navenda Çanda Mîtannî Mehmet Dag, derbarê xebatên heyama nû de axivî û got “Yek ji xalên herî girîng a rêveberiya cewherî jî çand e. Emê hewl bidin vê xalê xurt bikin.” Dag diyar kir ku divê xebatên çandî êdî li tax û sikakan belav bibe û wiha berdewam kir: “Em ê di demên pêş de meclîsa çandî ava bikin. Li her navçeyê, li her taxê emê hewl bidin cewhera çandê bi civakê re bidin jiyîn. Em ê nexasim ji taxên ku berxwedana rêveberiya cewherî têne meşandin dest bi xebatan bikin, li sikakan perwerdehî bidin û li taxan dersên hunerî bidin.”
‘Rêveberiya xweserî ne tenê çek e’
Xebatkareke din a navenda çandê Nazli Duman jî da zanîn ku ew ê li taxan perwerdehiya hunerî bidin welatiyan. Duman jî got ku ew ê li taxan komunên çandî ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema dibêjin rêveberiya cewherî, tenê çek tê bîra mirovan. Ev ne rast e. Emê jî li taxan ji bo çand û zimanê xwe komunan ava bikin.”
DÎHA/MÊRDÎN