Kordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên 19-20’ê Nîsanê yên li Nisêbînê agahî da. Li gorî daxuyaniyê; “Roja 19’ê Nîsanê saet di 07:30´an de di şerê li Nisêbînê de endamekî POH’ê hatiye kuştin. Tîmên taybet ên heman rojê xwestin bikevin hundirê malekê, bûn hedefa yekîneyên me. Li vir jî 2 endamên POH’ê hatin kuştin. Li heman cihî derb li kepçeyeke zirxî hat xistin û neçar ma xwe vekişîne. Saet di 16:30 de jî maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra dema hewl dida bikeve nava taxê bû hedefa yekîneyên me yên YPS-Jin û di encama derba lê ketî de neçar ma vekişe.

Roja 20’ê Nîsanê saet di 09:00 de, di şerê li hemberî çeteyên qesrê de çeteyekî qesrê hat kuştin. Li ser rêya Çaxçaxê 2 kozikên çeka A-4 ji aliyê yekîneyên me ve hatin rûxandin. Heman rojê saet di 10:00´an de li aliyê Weysîka ya taxa Koçera, çeteyên qesrê hewl dan bi 2 kepçeyan bikevin nava taxê. Di encama derbên bi bandor ên yekîneyên me YPS’ê de ev hewldana wan hat şikandin û hêzên dijmin neçar man vekişin.”


Li Şirnexê çalakiyên bi bandor

 Berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê di roja 39. de ye. Doh êvarê li taxên Gundogdû, Tekser û Vakifkentê, her wiha li meydana Aştî (Omer Kabak) şerekî dijwar qewimî. Tê gotin, di şerê li taxa tekserê de polîsên tîmên taybet hatine kuştin. Lê belê hejmara kuştî û birîndarên polîsan nehat zelalkirin. Li taxên heta danê sibehê şer lê qewimî, liv û tevgera ambûlansan hebû. Ambûlansên dihatin van taxan, piştre berê xwe dan 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor. Piştî ku şer hinekî sivik bû, hêzên rejîma Tirk danê sibehê bi maşînên zirxî gule li taxan reşandin.

Her wiha obus û topan heta serê sibehê êrîşî taxên Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Bahçelîevlerê kirin. Bi destpêkirina êrîşan re balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter li derdora Çiyayê Cûdî geriyan. 


 MÊRDÎN/ŞIRNEX