Li gundê Marînê yê ser bi Nisêbîna Mêrdînê, di serdegirtina malan de 5 kes hatin destgîrkirin. Piştre jî keşeyê Dêra Mar Yaqûb, Sefer Bîleçen jî di navê de 3 Suryanî li gundê Sêderiyê û Xerabalê hatin girtin.

Beriya serdegirtinê, dewleta Tirk derdora gundê Marînê bi wesayitên zirxî yên leşkerî pêça. Leşker yek bi yek li nava malên gund geriyan û hin kes destgîr kirin.

Keyayê gund Haşo Dînç, Mahmût Başak, Suleyman Genç, Mehmet Başak û Diljin Dînç çend ji kesên destgîrkirî ne.

Piştre hêzên dewleta Tirk avêt ser gundên Nisêbînê Sêderiyê û Xarabalê ku pirraniya nifûsa wan Suryanî ye.

Di serdegirtinê de keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen, keyayê Gundê Sêderiyê Joseph Yar û ji taxa bejahî ya Sêderiyê jî kesekî bi navê Mûsa yê Suryanî, hatin destgîrkirin.

 

MÊRDÎN