Kursa "Perwerdehiya tendurîstiya jinê" ya ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Gulşîlav a Şaredariya Nisêbînê ya 3 meh berê bi tevlîbûna 17 jina bi dawî bû. Bi merasîmekê sertîfîkayên jinan hatin dayîn. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û Alîkara Şaredara Nisêbînê Salîha Cabadak tevlî merasîmê bûn. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan diyar kir ku ew gelek girîngiyê didin tendurîstiya jinê.
Alîkara Şaredara Nisêbînê Salîha Cabadak jî diyar kir ku jin wekî zayendeke metînger tê dîtin û ji bedena xwe dûr hatiye xistin û wiha got: "Jin her tim hatiye tepisandin. Ji bedena xwe dûr hatiye xistin. Di vê perwerdehiyê de ya herî girîng ew bû ku jinê bedana xwe nasî. Jin çiqas bedena xwe bi nase dê pirsgirêkên xwe çareser bike." Ji mamosteyan Gulîstan Tekîn jî diyar kir ku ev perwerdehî jî bo wan gelek girîng bû. Piştî axaftinan sertîfîkayên 17 jinan hatin dayîn.

MÊRDÎN