Polîsên dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina siyasî de li Nisêbîn û Qoserê bi ser malan de girtin. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut jî di nav de 3 kes kirin binçavan. Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîsên Tirk doh serê sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, encûmenê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt kirin binçavan.
Alav hemû serûbin kirin
Hat zanîn ku siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Mêrdînê daye destpêkirin hatine binçavkirin. Binçavkirî birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Parêzeran ragihand ku dosyeya lêpirsînê bi sînor kirine û derbarê naveroka dosyeyê de agahî bi dest nexistine. Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê de jî girtin û hemû kelûpelên li hundir serûbin kirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Nûrsel Ormek jî hate binçavkirin. Polîsan piştî lêgerîna malê Ormek kirin binçavan û birin Miduriyetaya Polîsan a Amedê. Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî di çarçoveya lêpirsîna dozgeriya Mêrdînê de di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN