Kurdistaniyên li Osloyê cejna Newrozê û rojbûna Gelê Kurd bi hev re pîroz kirin. Pîrozbahî li navenda Oslo Nydalen pêk hat û girseyeke qelabalix beşdar bû.
Di destpêka şahiyê de axaftin pêk hatin. Destpêkê li ser navê Meclîsa Gel a Osloyê axaftin hate kirin û ji bo grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiye û li Strasbourgê dewam dikin banga hestyarî û piştgiriyê hate kirin.
Di pîrozbahiyê de kesên ku li Strasbourgê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya 5 5 roj dorveger bûne jî axivîn û li ser rewşa dawî a çalakvanên greva birçîbûnê de agahî dan û bal kişandin rewşa tendûristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê. Her weha bang li CPT û hemû saziyên mafê mirovan yên navnetewî kirin ku li hemberî tecrîdê û greva birçîbûnê bêdeng nemînin û wezîfeyên xwe bi cîh bînin.

Salîh peyama kurdên Rojava da
Paşê Serokê Partiya Yeketiya Demokrataîk(PYD) Muslum Salih ku ji bo serdanên diplomasiyê li Ewrupayê ye xîtabî girseyê kir. Salîh li ser navê kurdên Rojava girseyê silav kir û anî ziman ku tu hêz nikare îro berxwedan û hebûna gelê kurd tune bihesibîne. Salih diyarkir ku li Rojavayê Kurdistanê  armanca wan xweseriya demokratîk e û anî ziman ku, gelê Kurd xwedî wê zanabûn, têgehiştin û biryarbûnêye ku vê yekê pêk bîne.
Salih weha got; “Bi pêşengiya PYD’ê gelê kurd saziyên xwe avakirine û gav bi gav ber bi armancên xwe ve diçe. Dema ku Rojhilata Navîn careke din tê sererastkirin, kurdên ku piştî şerên cîhanê hatin jibîrkirin û ji azadiyê bê par hatine hiştin wê mafê xwe bistînin.”
Di şahiyê de peyama Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ku 4’ê Nîsanê hatiye damezirandin, li aliyê nunerê komîteya Norveçê Osman Rojhilatî ve hate xwendin.Piştî axaftinan bernameya çandî ya şahiyê dest pê kir.
Hunermend Zozan Zudem, Ayad Huseyini, Dilo Doxan û Mansur tevlî şahiyê bûn û sitran gotin. Pîrozbahî bi govendan bi coş dewam kir. 

RAMÎN RAMEDÎ/OSLO