Koordînasyona Piştevaniya Neteweyî ya bi Kurdistanê re (CNSK) ku ji organîzasyonên Fransî û Kurd pêk tê li Parîsê bi sernavê “Welat û Kurdistan, pêşerojeke çawa?” konferansekê lidar dixe. Konferans wê di 13’ê Mijdarê de pêk were û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Françoîs Asensî jê re mêvandariyê bike. Li gorî daxuyaniya CNSK, konferans wê bi du civînan were lidarxistin. Beşa yekemîn a konferansê wê di navbera saet 15:30-17:15’an de pêk were. Axaftina vekirinê wê ji aliyê Françoîs Asensî û endamê Meclîsa Şaredariya Marsîlyayê Joel Dûtto ve were kirin. Civîna yekemîn wê bi sernavê “Li Rojhilata Navîn a dikele rewşa Kurdan” pêk were. Moderatorî wê ji aliyê endamê Buroya Neteweyî ya Tevgera Aştiyê Yves-Jean Gallas ve bê kirin û weke axaftvan jî rojnamevan Laûre Marchand, profesorê Zanîngeha Galatasarayê Ahmet Însel, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş cih birin. Mijara civîna duyemîn a navbera saet 17:30-19:00 jî dê “Polîtîkaya Fransayê ya der barê pirsgirêka Kurd de” be. Danezana encamê wê ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurdan a Broton’ê Andre Metayer ve were xwendin.

PARÎS