Li Paytexta Fransayê Parîsê Festîvala Ciwan û Çandê ya Engîn Sîncer a 13’an hate lidarxistin.
Li tesîsa werzîşê ya Espace Champ de Foire Route de Refuzniks ya li banliyoya Parîsê Sarcelles bi tevlêbûna ciwanên Kurd ên Fransayê, Festîvala Ciwan û Çandê ya Engîn Sîncer a 13’an bi rê ve çû.
Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK´ê, wêneyên Zeynep Kinaci (Zîlan), Mazlûm Dogan, TJK-E, TCŞ´ê û pankartên ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’, ‘Bi giyanê Egîd û Çiyageran em ê Rêber Apo azad bikin’ hatin daliqandin.
Di festîvalê de maça fînalê ya futbolê hate kirin, di navbera wan tîman de ku di tûrnûvayên meha Gulanê de bûbûn yekemîn.
Ji xeynî maçên futbolê jî kişik, maçên badmînton, tenîsa maseyê û voleybol jî hatin lîstin.
Piştî xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 22’ê Gulana 2019’an de di hevdîtinê de dabû, çalakgerê berxwedana greva birçîbûnê Denîz Surgut jî bi têlefonê tevlî festîvalê bû.
Di festîvalê de li ser navê TCŞ’ê Akîf Botan, li ser navê CDK-F’yê Fevziye Erdemîrcî û siyasetmedarê Kurd Firat Varto jî axivîn.
Koma Zarokên Rojê, Denîz Deman, Farqîn Azad û Seyda Perînçek jî derketin ser dikê.
ANF / PARÎS