
'Li ber cenazeyan nobet digirtin'
M.Ş.A. destnîşan kir ku ji bo malbat cenazeyan nebin û defin nekin her şev li ber cenazeyan nobet digirtin û heta saet 09.00'ên rojê li ser cenazeyan diman. M.Ş.A. da zanîn ku ji ber vê yekê jî malbat newêrîbûn biçin ser cenazeyan û wiha berdewam kir: "Yên diçûn jî bi dizî diçûn. Welatiyên bi navê Mîzbah Gezer û Şîrîn Ozturk jî zarokên wan di nava vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin cenazên xwe dîtin lê nekarîbûn cenazeyên xwe wergirin." Şahid, da zanîn ku heta niha serî li kesekî nedaye.
5 meh cenaze derve man
M.Ş.A. daxuyand ku piştî 5 meh şûnde Sercerdevanê bi navê Mizbah Kizilkaya destûr dan wan û piştî destûr hate dayîn nêzî 10 kesan çûn cîyê bûyerê û cenaze defin kirin. M.Ş.A, destnîşan kir ku laşê wan tev xera bûbû û bêhn ji wan dihat û wiha got: "Me li ber kaniya gund bi qasî metreyêkê ax kola û cenaze defin kirin. Pişt re me darek liber serê wan û darek jî li bin piyê wan çikaland. Şahit, da zanîn ku Sercerdewan M.K. ê kanika wekî ezraîl bû û gel jê pir ditirsîya. Şahid, da zanîn ku welatî pir ji Sercerdevan M.K. ditirsiyan û li Pasûrê wekî dewletê dihat zanîn. Şahid, bibîrxist ku Cerdevan M.K. her tim gefê mirinê li welatiyan dixwar.
'Em dixwazin gorên wan bên çêkirin'
Apê Haşim Ozturk (Rênas) Emîn Ozturk jî da zanîn ku cenaze zêdeyî 3 mehan li erdê man û biraziyê wî jî di nava 15 cenazeyan de bû. Ozturk, anî ziman ku piştî bûyer bihîst çû Gunde Koçika cenaze dît, lê cerdevanan destûr nedan wan ku cenazayên xwe bigirin. Ozturk, daxuyand ku biraziyê wî Haşim di sala 1994 'an de tev li PKK'ê bû û di sala 1996'an de li gel 15 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest da. Ozturk, derbirî ku dema bûyer pêk hat malbata Haşim li Stembolê bû dayîk û bavê Haşim ji bo cenaze bigirin ji Stenbolê hatin Pasûrê, lê dewletê destûr neda ku cenaze bigirin û wiha got: "Rojekê ez bi dizî çûm ser cenazeyê 15 gerîlayan. Cenaze li ber kanîya gûnd rêz kiribûn û gulebaran kiribûn di nava wande Haşim (Rênas) jî hebû.
Ozturk, da zanîn ku heta niha ji tirsan serî li tu deran nedane û dê ji niha û şûnde serî li sazî û rayedarên têkildar bidin. Ozturk xwest BDP li ser bûyerê raweste û heyetê ava bike û biçe gora wan ji nûve çêke. Ozturk, destnîşan kir ku ew naxwazin cenazeyan ji wir rakin.
Welatiyê ji gundê Seltenê Gafûr Topdemîr jî diyar kir ku di salên 1990'an de zilma dewletê pir zêde bû û wiha got: "Me ji ber zilma dewlet û cerdevanan mala xwebar kir û em çûn Stenbolê. Beriya ku em bar bikin leşker û cerdevanan her tim bi ser mala me de digirtin û zulim li me dikirin. Topdemîr jî anî ziman ku her kes bûyerê dizane û bûne şahidê 15 cenazeyan û cihê gorê jî zanin.
DÎHA/AMED