Li çar polên bi navê Apê Mûsa, Aram Tîgran, Celadet Elî Bedirxan û Ehmedê Xanî, ji aliyê hîndekarên Kurdî-Der’ê ve wane tên dayîn. Der barê qursên ku 120 xwendekar lê perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin de Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Andok Omer Zengîn agahî da û diyar kir ku xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê pîroz in û got, “Siyaseta înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdan, bi rêbazeke zirav tê meşandin. Perwerdeya bi zimanê dayikê hînê bi destûra bingehîn nehatiye ewlekirin û di fermiyetê de nehatiye pejirandin. Ev yek jî nîşan dide ku tê xwestin; siyaseta înkar û tinekirinê bi awayekî şermok be jî, bê meşandin.”
Zengin ku diyar kir ewê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê dewam bikin û wiha dewam kir: “Emê perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazin û hem jî xebatên fêrbûna zimanê dayikê û berfirehkirina wê hîn zûtir pêş bixîn.”
Zengîn bal kişande ser eleqeyekî mezin a fêrbûna bi zimanê Kurdî û diyar kir ku, ji ber ji sedî 15 yê qursiyerên wan Tirk in, ew kêfxweş in.
AMED