Wê çaxê haya me ne ji şer ne jî ji rojeke bi navê ‘roja aştiyê’ hebû... Paşê wer bû; ku ji wan rojan heta îro em bi şer radizin û pê hişyar dibin! Û tenê bi hêviya ew tam û hestên rojên berê dîsa bijîn, bi navê ‘roja aştiyê’ xwe bi xwe bi moral dikin...
Xelkên Rojihalat Navîn jiber polîtîkayên serdestan û bona berjewendiyên wan îro dîsa ketine qirika hevdû. 1ê êlûnê Roja Aştiyê bi sloganên aştiyê yên bindestan û bi qîreqîra şer a serdestan re derbas bû. Bandora dengê şerxwazan li seranserê cîhanê belav bû, lê yê aştîxwazan mîna straneke hêviyê ket ber bayê û çû...
Payîz hat, lê bayekî germ Rojhilata Navîn tev xistiye ber toz û dûmanê... Ev hefteyek e; guhê cîhanê ha îro ha sibê li ser êrîşeke li dijî Suriyeyê ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevkarên wê bi rojane bahsa êrîşeke li dijî rejîma Suriyeyê dikin. Hikûmeta Tirk a ku derbarê çareserkirina pirgirêka Kurd de guhê xwe ji her daxwaza gel û Tevgera Kurd re kerr kiriye jî bang li hemû dewletan dike ku bi lezgînî êrîş bibin ser Suriyeyê.
Wer xuya ye, ku di vê payîzê, bi taybetî jî di vê meha êlûnê de him pirsgirêka Suriyeyê him jî pirsgirêka Kurd wê bibin mijarên sereke yên dîplomasiya cîhanê.
Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û çareseriyê ya bona çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, xitimî. Hikûmeta Tirk aşkere kir, ku wê ne pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî veke, ne rêjeya bendava hilbijartinê daêxe û ne jî girtiyên Kurd ên wek rehîneyên siyasî di zindanê de ne, serbest berde. Yanî kurt û kurmancî dibêje; ji bo çareseriyê ji me tu gavan nepên! Derbarê vê yekê de Tevgera Kurd jî nîşan dide ku meha êlûnê wê qedera pêvajoya aştî û çareseriyê zelaltir bike...
Li hêla din, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hên jî di derbarê îdiaya xwe ya ku rejîma Suriyeyê çekên kîmyewî bikaraniye de tu kes îkna nekiriye. Jiber vê yekê, Serokê wê Barack Obama biryara fermana êrîşê ji Kongreya Amerîkayê re hişt. Kongre heta 9ê mehê nikane bicive. Di vê navberê de, di rojên 5-6ê êlûnê de lîderên dewletên pêşketî G20an têne cem hev. Di vê civînê de tê payîn, ku Obama wê bi Serokê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn re li ser pirsgirêka Suriyeyê guftûgoyê bike.
Di heman demê de, Rûsya, bona kombûna Konferansa Cenevreyê banga xwe dubare kir. Di vê konferansê de qedera Suriyeyê wê were niqaşkirin û her hêzên di nava şerê li Suriyeyê de ne wê tevlî bibin. Wekî tê zanîn Rûsyayê bona tevlîbûnê, bang li Desteya Bilind a Kurd jî kirîbû. Lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi operasyoneke hewayî, dixwaze beriya Konferansa Cenevreyê rejîma Sûriyeyê bêhêztir bike. Derdê Tirkiyeyê jî tenê xwedîstatûbûna Kurdan e. Gorî hikûmeta Tirk çi dibe, bila bi zû de bibe, ku rêxistinîbûna Kurdan û destketiyên wan were perçiqandin û belav kirin.
Li ber ev bayê germ ê payîzê, di nava şerê gur û çeqelan de xelkê ku bi îradeya xwe li ber xwe dide û çi dixwaze dizane, tenê Kurd in. Hêvî ev e, ku bayekî hênik ê payîzê me dîsa bibe ew rojên ku me wek cejnê pêşwazî dikir; bi her tiştê xwezayî û azad...
Li payîza germ hêviyên hênik...
Dîsa payîz hat. Di zaroktiya me de, li van çaxan li zozanan gundiyan kon û tiştên xwe komî ser hev dikirin û hêdî hêdî berê didan warên xwe yên zivistanê. Pênir, şîr, rûn û heriya pez dihatin firotin û bi pereyê ku bi dest diket re him bona xwe him jî bona pezê xwe zad û xwarina zivistanê dihate kirrîn. Heta ku hindirê xaniyan bi kirêcê werin boyaxkirin, sewa mehek an meheknîvê li hinda Kaniya Reş û li dora çem konên reş dîsa dihatin dadan û bi çuloyê holik dihatin çêkirin. Koçeran westiya xwe ya şeş mehên bihar û havînê li wir hildianîn û paşê jî diketin xaniyan. Ew çax û rojan wekî cejnekê li me dihat...