Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama Komela Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Tanya Pencewîn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin û wiha hat gotin; “14 sal li ser komploya navnetewî 15’ê Sibatê re derbasbûn, armanca vê komployê di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tunekirina tevgera azadixwaza Kurd û gelê Kurd bû. Lê bi berxwedana Rêber Apo û girtiyên zîndanan, serhildanên gelê Kurd û tekoşîna şervanên azadiyê ve vala hat derxistin.” Di daxuyaniyê de hemû dewlet û hêzên ku cihê xwe di komployê de girtine hatin şermezarkirin.
Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PJAK, PÇDK, Komelên Ciwan, RJAK û pankartên ku li ser "Me Bi Rêber Apo Dest pê kir Emê bi Rêber Apo Serbikevîn", "Nefret Li Hêzên Beşdarî Komploya 15’ê Sibatê Dikîn" hatin bilind kirin. Piştî daxuyanî hat xwendin gel bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike", "Hewara Hemû Kurdan Azadî ji bo Ocalan" û "Azadî Azadî Ji bo Ocalan Azadî" ji cihê çalakiyê belav bûn.
DÎHA/SILEMANÎ