Şaredara Lampedûsa Gîûsî Nocolînî di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê de bi girî gotibû, "Ne ji bo miriyan, ne jî ji bo zindiyan cih nema (...) Ev tiştekî tirsnake, tirsnake. Bê rawestand, cenaze tên derxistin."
Papa Françoîs got, "Gotina tê bîra min 'şerm e'. Ev cihê şermê ye." Yek ji berpirsyarên tenduristiyê yê giravê Pîetro Bartolo jî got, "Dîtina cenazeyê zarokan trajîk bû." Li gorî Bartolo ji ber ku bi têra xwe darbest nîne, bi balafirê darbest hatin anîn. Yek ji wezîfedarên ekîbên rizgarkirinê ji kanala Sky TG24 re peyivî û got, "Hînê gelek cesed hene. Mirov nikarin bêjin ku çiqas hene. Gelekî nêzî hev in, bi tenê yên li serî tên dîtin." Keştiya mijara gotinê 550 metre dûrî peravên Lampedûsa, 40 metre di binê avê de hat dîtin. Xebatên rizgarkirinê jî dewam dikin.
Şîna netewî hat îlan kirin
Ji ber îhtimala ku cenaze derkeve ser rûyê avê, li ser avê jî lêkolîn dewam dikin. Endamekî polîsê malî yê li herêmê kar dike got, "Ji bo dîtina mirovên dijîn, hêviya me nema."
Roma îro ji bo rojekê "şîna neteweyî" îlan kir. Hemû dibistan û hemû maçên şampiyoniya futbolê, dê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê bikin. Serokwezîrê Îtalyayê Gîorgîa Napolîtano bang kir ku bi welatên jê koçberî tê kirin, ji bo rawestandina trafîka krîmînal a bazirganiya mirovan, hevkarî bê kirin. Napolîtano xwest, li peravên ku ev rêwîstiya bê hêvî û mirinê destpê dike, çavdêrî û kontrol were kirin.
Bîlançoya 20 salan giran e
Li gorî Ofîsa Koçberiyê ya Navneteweyî, di nava 20 salên dawî de li Derya Spî 25 hezar penaberan jiyana xwe ji dest dan. Ji van 2 hezar di sala 2011 û hezar û 700 jî di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dan.
Di 30'ê Îlonê Roja Duşemê de, 13 koçberên ku piraniya wan Erîtreyî bûn, beriya xwe bigihêjînin Girava Ragûsa ya li başûrrojhilatê Sîcîlyayê, fetisîbûn. Tê texmînkirin ku ev 13 kes, ji keştiya tê de 200 kes hebûn xwe avêtin e nava avê yan jî ji aliyê bazirganan ve hatine avêtin.
Di serî de peravên Sîcîlyayê, ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 22 hezar koçber gihaştin gelemperiya Îtalyayê. Ev yek jî tê wê wateyê ku ji sala bihurî 3 qat zêdetir koçber gihaştine Îtalyayê.
Sîstema derveyî mirovahiyê
Di serî de Îtalya gelek welatiyên Ewropayê bi pêla penaberan re rû bi rû ne. Welatên mîna Yewnanîstan, Malta û Qibris gazinan dikin ku hevalbendên wan ên Ewropî di vê mijarê de piştgiriyek têrker nadin wan. Li gorî pêkanîna heyî, koçber divê li welatê destpêkê yê xwe gihandiyê, serlêdana mafê penaberiyê bikin. Ev pêkanîna ku ji sala 2003'an û vir ve nehatiye guhertin, bi hinceta "kêmasiya di piştgiriyê de" rastî nerazîbûna welatên li başûrê Yekitiya Ewropayê tê.
Di warê pêşwazîkirina penaberiyê de, di navbera her welatekî Yekitiya Ewropayê de cudahî heye. Di mijara bidesxistina mafê tenduristî û şêwiriya huqûqî de, nêzîkatiyên cuda yên cidî balê dikşînin. Di meha Hezîranê de, Servîna Cîzvît a ji bo Penaberan (JRS) di raporeke xwe de ji bo sîstema penaberiyê ya Ewropayê gotina "derveyî mirovahiyê" bikar anî bû û nerazîbûn nîşanî vê sîstemê dabû.
LAMPEDÛSA