Rojnamevanên Kerkûkê li hemberî zext û astengiyên li pêş wan bi gazin in. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an li dijî rojnamevanan astengî zêde dibin. Tenê hefteya bihurî çar rojnamevan dema li ser karê xwe bûn ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin destgîrkirin û êşkece li wan hat kirin.
Yek ji wan rojnamevan jî Karwan Salih e. Karwan li ser destgîrkirin û zextên li ser wan tên kirin, pêyivî û got, “Ji bo ku em bûyerekê bişopînin pêwîst e 3 nasnameyan nîşanî hêzên ewlekariyê bidin. Dema min li ser dagirkirina zeviyê Kurdan nûçe amade dikir, hêzên ewlekariyê yên Iraqê hatin û gotin, destûra odeya operasyona parêzgeha Selahedînê nîne, hûn nikarin wêneyan bigirin! Piştî wê ez destgîr kirim û birim baregeha leşkerî. Li wir axaftinên nexweş ji me re gotin û bê rêzî hate kirin.”
Astengî û êriş zêde ne
Rojnamevan Aso Ehmed yê li Kerkûkê kar dike wiha behsa metirsiya li ser rojnamevanan dike; “Li Kerkûkê rêzdarî ji rojnamevan re nîne. Ne tenê li Kerkûkê, li Iraq û herêma Kurdistanê jî astengî û êrişên mezin li hemberî rojnamevan tên kirin.”
Metirsiyek cidî heye
Rojnamevan Hawta Behroz jî yek ji wan rojnamevanan e ku li gundê Pelkanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû destgîrkirin. Behroz got; “Em karê ragihandinê dikin û aliyê îdarî yê Kerkûkê ji bo me nasname çêkirine. Lê astengiyan ji bo me çêdikin û li me dixin. Metirsiyek cidî li ser jiyana me heye, kes jî nîne parastina mafê me bike.”
ROJNEWS/KERKÛK