Piştî meşa dirêj a ji Dusseldorfê heta Brukselê, ku Êzîdiyên li Ewropayê bi vê yekê re xwestin balê bikişînin ser êrîşên çeteyên PDK'ê yên li ser Şengalê û daxwaza naskirina statuya Şengalê kirin, nûnerên saziyên Êzîdiyan li Parlamenta Ewropayê dest bi hevdîtinan kirin.

Heyeta ji endamên Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî Songul Talay û Xeyrîa Azîla, endamên Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem û Pîr Bapîr pêk tê, bi Serokê Fraksiyona Sosyal Demokratan Gîannî Pîtella û şandeyek ji parlamenterên Ewropayê re rûnişt.

Di hevdîtinê da bal li ser bûyerên dawî li Şengalê hate kişandin. Hate gotin, çawa ku di fermana 73'an de jinên Êzîdî bûn hedefa qirkirinê, di 3'ê Adarê de jî jinên Kurd bûn hedef, ku di encama êrîşa çeteyên PDK'ê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 3 ji wan jin in.

Endamên şandeyê ji Pîtella û parlamenterên Ewropayê re ragihandin, çeteyan bi çekên ku Elmanya daye PDK'ê êrîşî Êzîdiyan kirine û xwestin, heyetek navneteweyî ji bo şopandina rewşê demildest derbasî Şengalê bibe.

Hat ragihandin, Serokê Fraksiyona Sosyal Demokratan a Parlamenta Ewropayê Pîtella jî gotiye, ew ê li ser esasê daxwazên meşvanan bikevin nava hewldanan.

Li gorî agahiyan, hevdîtinên şandeya Êzîdiyan li Parlamentera Ewropayê wê dewam bike. 


 BRUKSEL