Xwendekarê doktorayê yê Kurd Mihemed Salih li Zanîngeha Pensilvanyayê dersên Kurdiya Soranî dide. Dersa ku ji asta destpêkê dest pê kiriye li vê zanîngeha li eyaleta Philedelphiayê, bala 3 xwendekarn kişandiye ser xwe.
Navenda Zimên a zanîngehê pêşî bûye xwediyê wê fikrê ku derseke wisa bide li kampusa zanîngehê.
Mihemed Salih Salih 36 salî ye û ji hewlêrê ye. Ew alfabeyê fêrî xwendekaran dike û piştre jî ziman. Dersa wî hefteyê du rajon e û ev qederê mehekê ye ku dewam dike. Ji xwendekarên wî, Katherine Burge dibêje ew li Kurdistanê kar dike weke arkeologekê. Van gotinên xwe jî dikare bi Soranî bike.
Xwendekarekî din jî ji beşa Têkiliyên Navneteweyî yê zanîngehê ye; Adam Green. Ew jî dibêje, fêrbûna bi Kurdî ji bo wî derfeteke kêmdîtî ye.
Christy Perkins jî li Kurdistanê xebitiye di dema dagirkeriya DAIŞ´ê ya Mûsilê de ku wê hingê nexweş derman dikirin. Axir diyar e ku ders dewam bikin, wê xwendekar jî zêde bibin.
PHILEDELPHIA