
Karesata li gundê Şînawê yê Pîranşar ku di encama şewata dibistana gun de rûdayî, hemû kesên xwedî wijdan xemgîn kirin. Lê rayedarên rejîmê ku raste rast ji bûyerê berpirsyar in, li şûna bêdengiya xwe xira bikin û lêborînê bixwazin, nehiştin malbat li gorî dilê xwe zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane jî bispêrin axê. Piştî bûyerê li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî xwendekarên zanîngehan nerazîbûn nîşan dan û xwesti wezîrê perwerdê yê Îranê îstîfa bike.
Cenaze nedan malbatan
Li şûna ku rayedarên rejîmê ji ber xemsariya xwe lêbûrînê ji malbatan bixwazin, di vê roja wan a xemgîn de, êşa wan zêdetir kirin. Lewra, li gorî agahiyeke Navenda Roj a nûçe û şîroveyan, rayedarên rejîma Îranê rê nedane şagirtên jiyana xwe ji dest dane li gundê wan werin veşartin û malbat neçar mane zarokên xwe li gundekî din veşêrin.
Piştî nerazîbûnên xwendekarên Pîranşar, Mehabad û Sine, li gorî agahiyên dawî, xwendekarên zanîngeha Payam Nûr ya Merîwanê jî li dijî xemsariya rejîmê nerazîbûn nîşan dan.
PJAK: Berdewama polîtîkayê qirkirinê ye
Serokê Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hacî Ehmedî derbarê vê karesatê de daxuyaniyek da. Serokê PJAK’ê xwendekarên di encama şewata derketî de jiyana xwe ji dest dan, wekî sembolên zilma li ser gelê Kurd û şehîdên Kurdistanê bi nav kir. Ehmedî , sersaxî li malbatên xwendekaran jiyana xwe ji dest dane kir û piştgiriya xwe ya bi îlankirina roja pênceşemê wekî roja şînê ragihand.
Serokê PJAK'ê ku buyera li gundê Şînawê wekî buyerek ne asayî û encama siyaseta rejîma Îranê binav kir, Seyran Yegane û Êlham Îsmaîlpûr ku jiyana xwe ji dest dan jî, wekî sembolên zilma li ser gelê Kurd binav kirin.
Hacî Ehmedî di vê derbarê de got ku tişta rû daye, nabe wekî encama kêmxemiya çend berpirsyarên dewleta Îranê were dîtin. Di rastiyê de, ev karesat, encamek zelal ya siyaseta sîstematîk a qirkirin û jinavbirina gelê Kurd e. Ehmedî anî ziman ku PJAK, bûyerê wekî kuştina mirovan binav dike û bi tundî şermezar dike. Her weha bang li gelê Kurd kir ku roja pêncşemê di çarçoveya şîna seranserî de tevbigere, hevxemiya malbatên Şînawê bike û siaysetên qirkirina rejîma Îranê jî şermezar bike.
PÎRANŞAR /STOCKHOLM
Ji KNK'ê û KONGRA GEL peyama sersaxiyê
Şewata li Pîranşar a rojhilatê Kurdistanê ya wergeriya tevkujiyê rê li ber nerazîbûna saziyên neteweyî yên Kurd jî vekir. Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK)'ê bi daxuyaniyekê ji malbatên qurbanan re sersaxî xwest û ragihand ku berpirsê bûyerê rejîma Îranê ye. KNK'ê di daxuyaniya xwe de ev peyam dan: "Em ji malbatên ku zarokên xwe winda kirin û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin; ji zarokên ku bi giranî birîndar bûne û jiyana wan ketiye bin metirsîniyek mezin û demdirêj de, şîvayê dixwazin. Pêwiste werê zanîn ku, şewata dibistana seretayî li gundê Şîravê komkujiyek e. Gelê rojhilatê Kurdistanê ji 13'ê Kanunê heta 16'ê Kanunê, 3 rojên şînê îlan kirine. Em şîna li dijî helwesta dagirkerên Mollayên Iranê destek dikin û bang li gelê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat teva dikin ku tevlî şîna komkujiya zarokên Kurd ya li Pîranşarê gundê Şîravê bibin. Yek dengiya li dijî komkujiyên weke gundê Pîranşarê Şîravê giring e û wê bibe stuna bingehîn ya dahatuya gelê Kurd ya azad. Em helwesta Rejîma Mollayên Îranê û komkujiya li gundê Şîravê bi tundî şermezar dikin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku, ligel gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê cih bigirin."
KONGRA GEL: Divê berpirs bên darizandin
Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal ji bo zarkên Kurd ên ku di karesata Şînawê ya Pîranşarê de jiyana xwe ji dest dan peyamek sersaxî weşand û got: “Di vê bûyerê de tenê zarokên me neşewitîn, bi giştî dilê gelê me hat şewitandin. Ew kesên di vê wehşetê de berpirsyar in, pêwîste ji wana hesap bête xastin û bête darizandin. Ji ber vê felaketa mezin ji bo hemû malbatan û ji bo gelê me sersaxî û sebrê dixwazim, ji bo hemû birîndaran jî şîfayê xêrê dixwazim. Di vê bûyerê de tenê zarokên me neşewitîn, bi giştî dilê gelê me hat şewitandin. Xwedî derketina van zarokan, parevekirina êşa malbatan, pêwîst e her kes wek erkekî însanî û neteweyî ji bo xwe bizane."
BRUKSEL