Bi pêşketina weşangeriya Kurdî û zêdebûna hejmara pirtûkên Kurdî re xwendevanên zimanê Kurdî jî her ku diçe zêde dibin. Bi taybetî di nava ciwanan de derbarê xwendin û nivîsandina bi Kurdî de pêwendiyeke mezin xuya dike. Hên ne gorî daxwaziyê be jî ev elaqe li diyasporayê jî di nav Kurdan de pêş dikeve.

Li beramberê vê pêşketinê li refên pirtûkxaneyên Ewropayê jî hejmara pirtûkên bi Kurdî hatine nivîsandin zêde dibe. Ji van pirtûkxaneyan yek jî Pirtûkxaneya Bajêr a Koln (Stadt Bibliotethek Köln) a Almanyayê ye. Di Pirtûkxaneya Bajêr a Kolnê de li hinda gelek pirtûkên gramera zimanê Kurdî, romanên nivîskarên Kurd ên tên naskirin û pirtûkên ji zimanên din bi Kurdî hatine wergerandin jî hene. Pirtûkxane li benda xwendevanên Kurdî ye. Adresê Pirtûkxaneya Bajêr a Kolnê ev e: Stadt Bibliothek Köln, Josef-Haubrich-Hof 1 (Neumarkt), 50676, Köln.

YENÎ OZGUR POLÎTÎKA/KOLN