Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatin girtin, Çîger Hemo û Beyazi Mehmo Muhammed di lêpirsînê de li xwe mikur hatine ku wan êrîş pêk anîye. Hemo li xwe mikur hat ku wî êrîşa bombeyî ya li Qada Civakî a ku di 22'ê tebaxê de pêk hatibû û di encamê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn pêk aniye. Beyazit Mehmo Muhammed jî li xwe mikur hat ku êrîşa bombeyî ya li dijî Akademiya Çapemeniya Azad a 4'ê îlonê de pêk hatibû wî bi xwe kiriye. Bi vê re derket holê ku berpirsyarên her du êrîşên bombeyî endamên El Partî ne. Piştî berpirsên teqînan sûcê xwe îtiraf kirin, hêzên Asayîşê Beyazit Mehmo Muhammed (Bozan) birin cihê bûyerê û der barê bûyera 4'ê îlonê de tetbîqat hat kirin. Lêpirsîna der barê bûyerê de dewam dike û tê payîn hin kesên din bên binçavkirin.
EFRÎN