Nivîskarê ji Rojhilatê Kurdistanê ku xwest pena xwe bigihîne Awusturalyayê, lê li girava Manus a ji bo penaberan 6 salan bûyî heps, bang li hikûmeta Awusturalyayê kir da ku bibe beşek ji civaka navneteweyî û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar bike û desteka xwe ji bo Rojava eşkere bike. Wî got, bi êrişa Tirkiyeyê re Kurd bi qirkirinê re rûbirû ne.
Kanal Neteweyî ya Awusturalyayê SBS News bi Behrûz Boçanî (Behrouz Boochani) re peyivî. Di hevpeyvîna di ser Skypeê de Behrûz Boçanî hişyar kir ku Kurdên li Rojava bi qirkirinê re rûbirû ne ji ber êrişa mezin a dewleta Tirk. Behrûz Boçanê yê ku hîna nû veguheztin Port Moresby ya ser bi Papua Gîneya Nû, gava ji SBS Newsê re peyivî taêl û xemxuriya xwe ya beramberî qirkirinê eşkere bi nav kir.
Behrûz Boçanî got, “Serdemerke din a tarî bi ser Kurdan de hat, dîsa zilhêzeke dinyayê Kurd bi kar anîn ji bo berjewendiyên xwe. Em niha bi qirkirineke din re rûbirû ne.”
Behrûz Boçanî bi bîr xist ku 11 hezar şehîdên hêzên Kurd li dijî DAIŞ´ê çêbûne û wiha dewam kir: “[Rojava] di dîroka Rojhilata Navîn de sîstema herî pêşverû û demokratîk e , ji ber wê jî ev êriş ne tenê li dijî Kurdan e, ev êriş li dijî demokrasiyê û nirxên demokratîk e.”
Erka Awusturalyayê destekê bide Kurdan
Wî got, ji erka Awusturalyayê ku li cem Kurdên rojava cihê xwe bigire: “Awusturalya û welatên din jî, heger hûn dibêjin em demokrasiyên azadîxwaz in, heger hûn îdîda dikin ku hûn bi rastî şerê DAIŞ´ê dikin, divên hûn destekê bidin gelê Kurd.”
Ji bo êrişa qirkirinê û dewra civaka navneteweyî, “Ev şer, şermeke mezin a navneteweyî ye. Lewma, miletê Kurd bi wêrekî şerê DAIŞ´ê. lê ji bo herkesî ev şer kir, nexasim jî ji bo miletên rojavayî.
Niha êdî dem e ku Awusturalya jî weke welatên din destekê bide Kurdan û rêzê ji wan re bigire.”
Hikûmeta Awusturalyayê bi xwe heta niha bi daxuyaniyên sivik mesele nekiriye fikar ji xwe re. Serokwezîrê wê Scott Morrison gotibû, ew “gelekî fikaran” dike ji ber êrişa dewleta Tirk û wiha dewam kiribû: “Wê rê li ber bêhtir êş û azarên sivîlan veke, û bike ku bêhtir mirov koçber bibin. Rê bigire li ber alîkariya insanî jî. Me ev fikra xwe ji hikûmeta Tirk re jî yekser got.”
Rojnamevan, çalakger û nivîskar
Behrûz Boçanî rojnamevan û nivîskarekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye; ew ji ber zextên rejîmê koçber bû û wî rêya penaberiyê danî ber xwe. Wî hewl da pena xwe bigihîne Awusturalyayê lê li ser kelekekê gava sala 2013´an dixwest biçe Awusturalyayê, hat girtin. Ew jî tevî gelek penaberên din li girava Manus a ku ji bo penaberan hepsek bû, hat bicihkirin. Piştî 6 salan jî tevî penaberên din ew neqlî paytexta Papua Gîneya Nû Port Moresbyê hat kirin.
Ew bû yek ji parêzerên mafê penaberan ên sereke. Kitêba wî ku hovîtiya li dijî penaberên li Manusê jî vedigot, a bi navê Ji çiyayan pê ve dost nînin: Nivîsên ji Hepsa Manusê / No Friend But the Mountains: Writing from Manus Prison, li Awusturalyayê xelata herî bi prestîj a wêjeyê Xelata Victorian Premier’s Literary wergirt.
PORT MORESBY