
Li dû merasîma leşkerî û rêzgirtinê, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ji bo bîranîna Karasûngûr axaftinek kir û weha got: "Berî 30 salan, Xalid (Mehmet Karasûngûr) û rêveber û milîtanê tevgera me ÎÎbrahîm Bîlgîn bi rengekî tarî hatin kuştin. Bêguman rewşa tevgera me, berî 30 salan ne weke niha bû. Mehmet Karasûngûr, di şoreşa me de timî rê vedikir. Weke ku tê zanîn, di kongreya yekemîn a partiya me de jî cih girt. Karasûngûr rêveberê partiya me bû. Gava bi darbeya 12’ê Îlonê re tevgera me derket derveyî welat, Karasûngûr rêyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji tevgera me re vekir û bi hevdîtinên pêkanîn re, herêmên tevgera me xwe lê bigire diyar kir û li gorî vê yekê amadekarî kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê hevalê Karasûngûr û hevalê Egîd ve hat amadekirin. Mehmet Karasûngûr leşkerek, dîplomatek, mirovekî wêrek, rewşenbîr û fîlozofek bû. Hevalek li hevalê Mehmet Karasûngûr guhdarî dikir hêz digirt û wêrek dibû. Di nava gel de jî weke zanyarekî dihat naskirin.”
Ok da xuyakirin, ku gava Karasûngûr berî 30 salan avêt, îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê re gihaştiye asta herî bilind û got; „Em îro pêvajoyeke dîrokî dijîn. Tevgera me, ji bo yekitiya Kurdan saz bike, Konferansa Netewî xistiye rojeva xwe. Bi taybetî, di Newroza sala 2013’an de gava Rêberê me peyam da û bi însiyatîfa tevgera me ev pêvajo bi pêş ket, wê li her çar aliyên Kurdistanê û Ewrûpayê Konferansên Kurd bên lidarxistin. Li Başûrê Kurdistanê jî, Konferansa navnetewî hatiye plankirin. Xeyala Mehmet Karasûngûr îro pêk tê. Gavên hîn berçav tên avêt. Bi sedan şehîdên me hene û îro dîrokê vê binivîsîne. Eger îro deshilatdar li beramberî tevgera me neçar mane û piştî 30 salan çareseriya demokratîk bi pêş dikeve, ev bi keda Mehmet Karasûngûr, Egîd, Zîlan, Rojîn, Roj, Mazlûm, Xeyrî, Kemal û hemû şehîdên me yên leheng hene.”
Xalê Karasûngûr H. Kaygalak, ku di merasîmê de amade bû da xuyakirin, ku ew di heman demê de mamoste û hevalê Karasûngûr bû û destnîşan kir, ku şehadeta sala 1983’an ji bo wan wendahiyek gelekî mezin bû. Kaygalak diyar kir, ku ti carî ne dihat bîra wî, ew rojekê li ser gora Karasûngûr bipeyie û got, “Eger ez îro li vê derê vê axaftinê dikim, ev bi xêrê we hevalan e. Eger hûn xwedî li wî derneketiba û têkoşîna wî dewam nekira, cenazeyê wî ne dihat vê derê. Hûn ji me bêtir nêzî wî ne. We têkoşîna wî di şert û mercên herî giran de dan meşandin. Ji ber vê yekê em deyndarê we ne.” Kaygalak herî dawî got, “Hûn ji bo me rûmet in. Diviyabû îro em bi hevala Sakîne Cansiz li vê derê bûna, lê nebû û em wê jî bi rêzdarî bibîr tînin.”
Li dû axaftinan, gerîlayan dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” qêriyan. Gerîla dûre çûn serdana gorên Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn û goristana şehîdan a Mehmet Karasûngûr ziyaret kirin.
DÎLAN ŞEVAL / ANF/QENDÎL