Di merasîma leşkerî ya li Goristana Şehîd Memed Karasûngûr de, li gel bi sedan gerîlayan Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, Endamên Desteya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta, Zaxo Zagros, Fatme Ardil, Ayten Dêrsim, Bêrîtan Dêrsim, Nedîm Seven, Koçerîn Amed û endama Koordînasyona KJB'ê Roza Pinar amade bûn. Merasîma leşkerî, ku tê de wêneyên hersê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK û HPG'ê hatin vekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.


Zîhniyeta komplogeran

Paşê li ser navê Koordînasyona KJB'ê Roza Pinar daxuyaniyek da û got, "Di kesayetiya hemû şehîdên şoreşê de em şehîdên azadiyê bibîr tînin. Gelê kurd ji bo serketin û jiyana azad, îro li ser piyane û bi hemû şêwazan li dij zihniyeta komploger têdikoşe. Hêzên komploger bi peymana Says Pico, Kurdistan parçe kirin. Iro bi pêşengiya Rêber APO û PKK’ê ev siyaseta qirêj vala derketiye.”

Domandina tekoşîna wan

Roza Pinar bal kişand ser armanc û planên li pişt perdeyê yê terorkirina sê jinên şoreşger ên Kurd û got: “Ev komkujî êrîşeke li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya jinê ya Kurd e. Têkoşîna azadiya jinê li hemberî her cûre êrîşên li dijî gelê kurd, tekoşîneke bê hempa dide û beşa mezin a vê planê vala derketiye. Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna azadiyê û sembola berxwedana jina Kurd û nasnameya heqîqî ya jina azad e." Pinar anî ziman ku Fîdan Dogan (Rojbîn) li qada navneteweyî xwedî roleke girîng bû û nûnera hestên azadîxwaziya jinê bû. Leyla Şaylemez (Ronahî) jî bi vîna xwe ya ji pola li hemberî modernîteya kapîtalîst derketiye. Di dawî de Pinar destnîşan kir ew weke milîtanên PKK û PAJK’ê soza xwe ya serketinê dûbare dikin û got: “Li ser xeta Sara û rêhevalê wê emê jiyana azad ava bikin û azadiya Rêber APO misoger bikin.”

BEHDÎNAN