Amed bibîr xist ku 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê di pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin tê pîrozkirin û destnîşan kir ku têkoşîn gihaştiye asta azadiyê. Amed diyar kir ku divê gavên ji aliyê tevgera kurd ve tê avêtin, ji aliyê dewleta tirk ve jî bersiva xwe bibînin û wiha got: "Lê heta niha rewşeke bi vî rengî tineye. Gaveke berçav û pratîkî li holê nîne. Lewma wer xuya dike ku pêvajo wê dijwartir bimeşe. Di serî de li rojavayê Kurdistanê dê li her parçeyî têkoşîn mezin bibe. Ji ber ku kurd dê ji bilî azadiyê tiştekî qebûl neke."
ANF/BEHDÎNAN