Ji bo danasîna danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bi tevlîbûna nûnerên federasyonê û gelek akademîsyen, nivîskar û rojnamevanan li Qahîreyê semînerek hate lidarxistin.
Semîner pêr li Navenda Lêkolînê ya Kurd a li paytexta Misrê Qahîreyê dest pê kir, doh jî dewam kir. Semîner bi moderatoriya hîndekarê Zanîngeha Misrê Dr. Cemal Yûsuf pêk hat. Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyonê Yûsûf bal kişand ser hesasiyetên pêvajoya heyî û li ser biryara Federasyonê got, "Gelên Bakurê Sûriyeyê; Kurd, Ermen, Tirkmen, Çerkez û Ereb, ji bo rêyekê ji rizgariya ji vê kaos û krîzê bibînin, ev proje afirandin. Gelan, li dijî êrîşên siyasî, leşkerî, civakî û çandî, ji bo xwe biparêzin û çareseriyê ji krîza li herêmê re bibînin, ev modela çareseriyê derxistin holê. Biryara ragihandina federasyonê, biryareke bi vîna azad a gelên li Bakurê Sûriyeyê, hatiye dayîn.“
Yûsuf li ser armanca federasyonê jî got, "Armanca bingehîn a federasyonê afirandina civakeke azad û rêxistinbûyî ye." Yûsûf Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî pisporekî baş ê herêmê bi nav kir û got, wan sûd ji nêrîn û projeyên wî girtiye, carinan jî ew esas girtiye.
Yûsuf da zanîn ku piraniya welatên li herêmê dane dû armanca afirandina yek ziman, yek gel, yek ol, yek çandê û destnîşan kir ku federasyon alîgirê civakeke ji gelek reng û baweriyan e.
Hîndekar Dr. Cemal Yûsuf Abdulhamît jî îşaret bi aktorbûna Kurdan li Sûriyê kir û got, "Hewldana çareseriya bêyî Kurdan, wê pirsgirêkê kûrtir bike. Hêzên herêmî û navneteweyî, ji bo pirsgirêka herêmê girantir bibe, Kurdan ji hevdîtin û civînan vedigirin."
ANF / QAHÎRE