
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim bi fermî tevlî civîna muxalefetên Sûriyê ya li Qahîreyê bû. Muslim der barê civînê de bersiva pirsên RojNewsê da û got, civîna di navbera 22 û 23´yê Çile de pêkhatî baş derbas bûye.
Armanca civîna li Qahireyê çibû?
Armanca civîna Qahîreyê bê guman çêkirina yekitiya muxalefeta Sûriyê bû. Weke tê zanîn piştî civîna duwem ya Cenevre, pêvajoya çareseriyê ya siyasî rawestiyabû. Weke ku hûn jî dişopînin li du cihan yanî Moskova û Qahirê civînên ji bo çareseriyê çêdibin.
Pirsgirêka Sûriyê pirsgirêka Ereban e?
Di civîna Qahîrê de dixwazin di mijara Sûriyê de rolê Ereban hebe. Weke tê zanîn Misir jî navenda Ereban e, ji ber ku pirsgirêka Sûriyê hê zêdetir pirsgirêka Ereban e û welatê herî mezin yê Ereban Misr e. Welatê siyasetê yê Ereban e û Erebîzmê li wir dimeşînin. Ji bo vê yekê Qahîre hat hilbijartin.
Li aliyê din di navbera hêzên radîkal ên Misirê de şerek heye. Ev hêzên radîkal zêdetir li Tirkiyê û derdora wê bicih dibin. Armanc ew bû muxalefet ji van hêzên radîkal yên Îslamî were dûr xistin û nêzîkî derdorên laîk were kirin. Hem dixwazin pirsgirêkê di kontrola Ereban de bihêlin û hem jî dixwazin muxalefetê ji van hêzên radikal dûr biêxin.
Kî tevlî civînê bû?
Di nava yên tevlî civînê bûyî de komên muxalefetê hebûn. Wek tê zanîn gelek alî hene. Em jî di nava Heyet el-Tensîq de beşdarî civînê bûn. Ji koalîsyona Sûriyê yên ku tevlî bûyîn hebûn. Ew zêdetir ji Tirkiyê hatibûn. Di serî de jî komên biçûk amade bûn.
Wek mînak Ehmed Carba tevlî bûbû, dîsa serokê Koalîsyona Nîştimanî yên Hêzên Şoreş û opozosyona Sûriyê Xalid Xoca jî xwestibû tevlî bibe, lê Misrê destûr neda wî. Yan wê alîkarê wî tevlî bûya. Di rastiyê de yên ku li Sûriyê li demokrasî û çareseriyê digerin tevlî bûbûn.
Di civînê de çi biryar hatin girtin?
Di destpêkê de biryara encama civînê bi daxuyaniyeke hevpar bê ragihandin hat girtin. Divê daxuyaniyê de 10 xal hene. Ev xal zêdetir ji bo siberoja Sûriyê bûn. Wê bi rejîmê re guftûgo çawa çêbe? Heta guftûgo çêbe yan çênebe? Ev pirs hatin zelalkirin. Ji bo van mijaran şert û merc hatin destnîşankirin. Dîsa biryareke civînê avakirina komiteyekê bû. Erka vê komîteyê ji bo krîza li Sûriyê çêkirina konferansê yan jî kongreyekê ye.
Têkiliya civîna li Moskovê bi ya Qahirê heye?
Rasterast nîne. Lê alîkariya wê dikare çêbe, biryarên di civîna Qahirê de hatin girtin, rê û rêbazan nîşanî muxalefetê dide. Di vî aliyî de mirov dikare behsa têkiliyekê bike, du pêvajoyên cuda ne, lê armanc yek e. Ev jî rastiyek e, hinek aliyan tişta ku li Qahirê çêbûyî, dixwestin li Moskova asteng bikin. Ev hewldan jî hebûn. Lê ti encam negirtin.
MUSTAFA DELEN/ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN