Piştî erdhejê herî zêde welatiyên gundan zahmetiyê dikişînin. Yek ji van gundên gundên ku pirsgirêkên wî yên civakî û binesaziyê nayê çareserkirin gundê Qalecîkê ye. Li gel 4 meh derbas bûn hêj konteynir li welatiyan nehatiye belavkirin û hêj ceyran û ava gund tune ye. Ji ber ku binesaziya gund tune, piştî ku berf dihile hemû kolan û neqebên gund dibe derya heriyê. Dîsa ji ber sermaya zêde zarok nexweş dikevin û malat nikare zarokên xwe bibin nexweşxaneyan.
Welatiyê bi navê Abdurahman Balbal, anî ziman ku bi mehan e ceyran û ava wan tune û tenê rojê 2-3 saetan ceyrana gund tê û pişt re dîsa qut dibe. Balbal, anî ziman ku li gel serî li merc û rayedaran dane jî hêj pirsgirêkên wan çareser nebûne.
'13 salin em pirsgirêka av û ceyranê dijîn'
Welatiyê gund Kudrettin Kipçak jî anî ziman ku li gundê Qalecîkê 13 salin pirsgirêk hene û wiha got: "Ji ber ku rayedarên dewletê pirsgirêka me ya avê çareser nekir me serî li Şaredariya Wanê da. Şaredariya Wanê rojê tankerek av ji mere tîne. Tu xizmet li gund nayê kirin. Rê, av, ceyran tune. Me serî li hemû rayedaran da, lê pirsgirêkên me hêj nehatine çareserkirin. Em berî her tiştî dixwazin ewil pirsgirêka av û ceyranê çareser bibe. Ji ber ceyran tune em bi şevê di tariyê dene û ji ber sermayê em nikarin serê xwe bişon. Zarokên me tev nexweş dikevin. Welatiyê bi navê Îzzet Guney, jî destnîşan kir ku dewlet wan bi nedayina xizmetê ceza dike.
ARİF ASLAN
DÎHA/WAN