Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ji bo şervanên YPG’ê yên ku di şerê Til Hemis û Til Berek ên bi komên çete re de jiyana xwe jidest dane, li bajarê Qamişlo merasîmekê lidar dixe. Ji bo tevlîbûna bernameyê ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran welatiyên ji bajarên herêma Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê herikîn bajarê Qamişlo.
Di çarçoveya bernameya merasîmê de şeradariyên gel ên Qamişlo kolanên bajar bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Her wiha pankartên wekî, “Em soz didin ku em ê tola şehîdan li erdê nehêlin”, “Em ê tola şehîdan hildin”, “YPG/YPJ rûmeta gelê Rojava ye”, “Qamişlo keleha berxwedanê ye” hatin daliqandin. Dikandarên bajar jî bi munasebeta bernameyê dikanên xwe venekirin û tevlî bernameyê bûn.

Beşdariya xwurt

Bername ji rojhilat û rojavayê bajêr bi 2 baskên meşê destpê kir. Baskê rojava yê meşê li destpêka daketina bajar li ser riya Amûdê destpê kir. Bi hezaran welatiyên ku bi hezaran wesayîtan ji bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê hatin, li daketina bajar gihîştin hev. Baskê rojhilat jî ji daketina bajar a li ser riya Tirbesiyê destpêkirin. Bi hezaran welatiyên ku bi hezaran wesayitan ji Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê hatin jî li vir gihîştin hev.
Di meşê de nûnerên partî û saziyên pêkhateyên ereb, suryanî, asûrî, tirkmen, çeçen, ermenî û bi hezaran welatiyên ji van pêkhateyan jî cihê xwe girtin.

Piştî ku girseyên bajarên din gihîştin Qamişlo, ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve meşê destpê kir. Meşa ku tevî baranê jî bi deh hezaran welatî tevlî dibin, bi dirûşmên wekî, “Bimre îxanet”, “Bijî YPG” didome.

QAMIŞLO