Li Qamişlo coşa Mîhrîcanê

Haberleri —

Mîhrîcana 6’emîn a HRRK’ê doh bi xebat û çalakiyên di roja duyemîn de li bajarê Qamişlo bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan dewam kir. Semînerek ji hêla Abdullah Şikakî ve hate dayîn ku pê kiryarên dewleta Tirk a dagirker hatin eşkerekirin.

Roja duyemîn a Mîhrîcana 6’emîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya ku li navenda yekitiyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Efrîn nasnameya xwîn û ezmûna jiyanê ye” li dar dikeve û bi semînera bi sernavê “Efrîn; dîrok, erdnîgarî, rewşên şer û berxwedanê” ji hêla rewşenbîr û nivîskar Abdullah Şikakî ve hatiye pêşkêşkirin, dest pê kir.

Sermînerek li ser Efrînê

Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û gelek hunermend beşdarî semînera li ser Efrînê bûn. Abdullah Şikakî semîner bi axaftina li ser dijminatiya Tirk a li dijî Efrînê wiha dest pê kir: “Dagirkeriya Tirk dijminahiya xwe berdewam kir û bi wê re jî tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî bin pê kirin. Bi dehan komkujî li ser mafên gelê Efrînê pêk anîn û bi deh hezaran şênî ji ber êrîşên li ser herêmê neçarî koçberiyê kirin.”

Kiryar didomin

Şikakî îşaret bi berxwedana lehengî ya ku gelê Efrînê li hember dijminatiya Tirkiyê pêk aniye, kir û bal kişand ser dagirkeriya Tirk ku piştî dagirkirina Efrînê yekser demografiya herêmê bi bicihkirina biyaniyan guherand, şûnwar dizîn, perestgeh wêran kirin û diyar kir ku hê jî ev kiryar didomin.

Wê 5 Rojên din jî bibome

Mîhrîcana 6’emîn doh jî domî. Şevbêrkeke helbestan a bi zimanê erebî saet di 18:00’an de bi beşdariya gelek helbestvanan li dar ket û fîlma bi navê ‘Çîroka Bajarên Wêrankirî’ saet di 19:00’an de hate pêşandan.

Xebatên mîhrîcana Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê heta 5 rojên din bê navber bidomin.

QAMIŞLO/ANHA

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.