Miduriyeta Ekolojiyê ya Qamişlo bi dirûşma “Dest bi dest em ê bajarê xwe paqij bikin” hemleya paqijiyê û rakirina sergoyê ji tax û kolanên serkeke yên navçeya Xerbî ya bajêr da destpêkirin.

Ev çendek e ji ber kêmbûna alavên paqijiyê û ji ber ku şaredarî erka xwe baş pêk naynin, li gelek bajar û herêmên Rojavayê Kudistanê çop li kolanan belav bûne. Ji ber vê yekê jî ji bo paqijkirina bajêr hemleya “Dest bi dest em ê bajarê xwe paqij bikin” dest pê bû.

Sazî, meclisên xizmetguzarî ên herêma Cizîrê, xebatkarên paqijiyê û hevserokên şaredariyên Qamişloyê tev li hemleya paqijiyê bûn. Ji bo paqijkirina kolan û taxan kom hatin avakirin. Her komek li taxekê belav bû. Çop hatin rakirin û ber bi cihê komkirina çopê ve hatin avêtin. Broşûrên ji bo paqijiyê û paqijkirina bajêr hatin belavkirin.

 

QAMIŞLO