Rêvebera Asayîşa Giştî Ayten Firat di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev êrîşên li ser avahiya şaredariya Qamişlo pêk hat, li dijî gel û merheleya niha tê de derbas dibin, destkeftiyên gelê herêmê pêk hatiye‫.‬


Êrişkar biyanî ne

Ayten Firat, destnîşan kir ku piştî lêkolînên wan kirine şeklê êrîşê diyar bûye û ev agahî dan: "Kesên êrîş pêk anîne 4 kes in û ne ji vê herêmê ne. Ev 4 kesên ku mirine, ji Misir, Erebîstana Suudî û Tunusê ne, girêdayî komikên terorîstî ne. Li ser laşê wan cihê derziyên hişbir hene‫. "‬


4 êrişkar hatin kuştin

Ayten Firat, anî ziman ku di encama vê êrîşa hovane de 4 êrîşkar mirin û 5 sivîlên ku 3 ji wan jin in, jiyana xwe  ji dest dan. 2 welatiyên ku yek ji wan jî  jin e û birîndar bûbûn jî li misteşfê jiyana xwe ji dest dan‫.‬

7 sivîl hatin qetilkirin

Ayten Firat, da zanîn ku wan di dema êrîşê de 3 êrîşkar girtine û lêpirsîna wan didome. Ayten Firat anî ziman ku encama lêpirsînê û detayên êrîşê wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê eşkerekirin‫.‬ Ayten Firat, ji malbatên welatiyên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re şifa xwest‫

 ANF/QAMIŞLO