Çeteyekê ku madeyên teqemenî li ser xwe pêçabûn doh xwe li navenda Asayîşa Qamişlo teqand. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da û 3 birîndar bû. Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rojava, Ciwan Îbrahîm diyar kir ku di êrîşa intîharî ya li dijî navenda Asayîşa Qamişlo de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest daye û 3 birîndar bûne. Êrîşa întîharî doh danê sibê, li dijî navenda Asayîşa Qamişlo pêk hat. Ciwan Îbrahîm li cihê bûyerê ji saziyên çapemeniyê re axivî. Îbrahîm got, saet nêzî 09.00’an kesekî ku madeyên teqemenî li ser xwe pêçabûn, êrîş pêk anî.


Li Çilaxa gule reşandin

Rêveberiya Asayîşa Rojava diyar kir ku kesên têkiliya wan bi çeteyên DIAŞ’ê re hebû dewriya Asayîşê gule baran kir û di encamê de endamekî Asayîyşê jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Asayîşa Rojava di daxuyaniyê de ku li ser malpera Asayîşa Rojava ya Fermî hat weşandin diyar kir ku dema dewriyeke Asayîşê bi armanca ragirtina hin kesên ji gundê Kerdîm ê girêdayî Çilaxa ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re heye, çûbû gund, yek ji kesên behsa mijarê dewriye gule baran kirin û di encamê de Endamê Asayîşê Mihemed Salih Elwan ê ji pêkhateya ereb, jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesê behsa mijarê, gule li ser endamên din ên dewriya Asayîşê rewandin da ku bireve, lê endaman jî di encama bersivdayînê de gule lê reşandin û êrîşkar kuştin.

Rêveberiya Asayîşê got: “Em soz didin ku em tola şehîd Mihemed Elwan hilînin û çeteyan li herêmê tune bikin.” 


 ANHA/QAMIŞLO