
Komîn Filim Rojava bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a ya Kantona Cizîrê bi şîara ʺÎradeya berxwedanê rengê sînemaya nûʺ
Yekemîn Mîhrîcana ji bo pêşkêşkirina filmên cîhanî lidar xist.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl jî di nav de bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo amade bûn. Mîhrîcan bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Aldar Xelîl axivî û got ku şoreşa Rojava gelek destkeftiyên mezin bidest xistine û wiha dom kir: ʺDi aliyê çandî de jî gelek serkeftin hatine bidestxistin. Çand neynika civakan e û rewşa heyî ya civakan nîşan dide.ʺ
Piştî axaftina Xelîl, helbestvan Beşîr Mele Newaf helbestên li ser sînemaya Amûdê goitn, pişt re jî Koma Orkestreya Zarokan mûzîkên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya xebatên roja yekem a mihrîcanê de filimek li ser Sînemaya Amûdê hat pêşkêşkirin.
ANHA / QAMIŞLO