Çeteyên DAIŞ’ê ev demeke gelek gund û deverên li başûr-rojhilatê bajarê Qamişlo dagir kiribûn. Welatiyên van gundan bang li hêzên YPG/YPJ’ê kirin da ku gundên wan rizgar bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG/YPJ’ê bersiva welatiyan da û dest bi operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.

 Di çarçoveya vê operasyonê de pêr bi şev şervanên YPG/YPJ’ê  li başûr-rojhilatê bajarê Qamişlo 22 gund rizgar kirin.

 Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan HAwarê -ANHA’yê gundên hatine rizgarkirin ev in: “Diyabe, Heymer, Heymer El-Ukaş, Ebû Xedîr, Cilbarat, Mezraa Cilbarat, Cilbarata bi çûk, Xirbêt El-Bexil, Qesr Faris, Farsoka mezin, Huriyê, Muqrînat, Taya, Xirbêt El-Têr, Bizûna, Tewîl, Mezraa Ebû Hesen, Cîlkî, Mezlûma û du gundên din ên ku navê wan heta niha nayê zanîn.”

 Di operasyonê de herwiha 16 çete hatin kuştin, 4 çekên kalaşnîkof, roketavêjek RPG û 5 roketên wê hatin desteserkirin. Hate gotin ku termê 5 çeteyan ketine destê hêzên YPG’ê. 


 QAMIŞLO