Di şevbihêrkê de helebestkar Ehmed Huseynî û Taha Xelîl, helbest xwendin. Şevbihêrk bi beşdarbûna  gelek, rewşenbîr û wêjehezan, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin.

Destpêkê helbestkar Ehmed Huseynî helbesta xwe  ya bi navê “Şengal” xwend. Piştre jî helbestkar Taha Xelîl helbestek li ser her sê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan, yên di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.

Her wiha helbestên din  ên wek “Rojava, Botan û yed El-Resûle” hatin xwendin. 


 QAMIŞLO