Şewat doh sat derdora 11;30’an de li avahiya Navenda Tenduristiyê ya li Taxa Meyselun ku ji 7 odeyan pêk tê derket. Li gorî agahiyên destpêkê tupê gazê yê li mitbexê teqiya û şewat derket. Bi şewatê de tupên oksîjenê jî teqiyan, lewre şewat li tevahiya avahiyê belav bû. Piştî ku şewat hemû avahî dorpêç kir, depoya mazotê ya li ser banê avahiyê jî teqiya.

Piştî ku şewat derket, hêzên asayişê û ekîbên agirkuşiyê çûn cihê bûyerê û şewat vemirand. Her wiha bi sedan malbat û xizmên kesên di avahiyê de jî çûn ber navenda tenduristiyê.

Li gorî agahiyên ku hîn nehatine zelalkirin, di avahiyê de nêzî 50 kesî hebûn û di encama şewatê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Selam, Nûr, Nafiz, Wetenî û Rehmê yên li Qamişlo. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî rakirin nexweşxaneyan.  


 QAMIŞLO