Di encamê de 18 gund ji terorîstan paqij kirin û bi dehan terorîst hatin kuştin.Pêr êvarê hêzên YPG/YPJ’ê çalakî li dijî nuqteyên çeteyan ên li 9 gundên bi navê Safiya, Xirbet Bexil, Til Qarsa, Damerce, Elaya , Mexqer Tewîl û Mezreya Tobel lidaxistin. Li eniya başûrê bajarê Til Hemîs jî hêzên YPG/YPJ’ê li gundên Xezaa, Selîma, Temîm, Meqreq, Rebîa, Texliba Mezin, Texliba Biçûk û Wail ên vê herêmê çalakî li dijî terorîstên DAIŞ’ê lidarxistin. Di encama çalakiyan de gundên herdû eniyan ji terorîstan hatin rizgarkirin.

Di van çalakiyan de bi dehan terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin û 2 tirimpêl û 2 motoskilêt hatine desteserkirin. Her wiha hat zanîn ku 27 cenazeyên terorîstan jî ketine destê hêzên YPJ/YPG’ê û terorîstekî bi navê Ebû Museb El-Şamî jî bi saxî hatiye girtin. Her wiha hêzên YPG´ê gelek çek û cebilxane bi dest xistine. Di encama çalakiyên li herdû eniyan 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.


Li Til Temir sekvanê DAIŞ’ê hat kuştin

Hêzên YPG’ê li gundê Xêbiş yê Til Temirê sekvanekî DAIŞ’ê ku di gund de xwe bi cih kiribû, kuştin. Şerê li gund heta dema nûçe dihat amadekirin didomiya li gundên Xêbiş, Şamîran û Til Hirmiz ên Til Temir. 


 QAMIŞLO