Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê, yekemîn pêşbirka kişikan a jinan li ser asta herêma Cizîrê li salona Şehîd Zelal a bajarê Qamşilo li dar xist.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî û rêveberên yekitiya werzîşê beşdarî merasîma vekirina pêşbirkê bûn. Pêşbirk bi xeletdayîna baştirîn lîstokvan Zeyneb Şêxmûs û belavkirina diyariyan li ser hemû beşdaran bi dawî bû.

 

 ANHA/QAMIŞLO