
Di çarçoveya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi pêşengiya Buroya Jinan a şaredariyên Qamişloyê, jin dîwarên dibistanan û kolanên sereke yên bajarê Qamişloyê dixemilînin. Jin serê sibehê daketin kolanan. Jinan di destpêkê de dîwar paqij kirin û piştre jî bi yek rengî boyax kirin. Paşê jî jinekê û mêrekî li ser dîwaran dest bi xêzkirina wêneyan kir. Endamên Buroya Jinan a şaredariyan jî alîkariya wan kir. Li ser dîwaran wêneyên ku her yek xwedî peyamekê ye, hatin xêzkirin. Hin ji wan li ser kar, xebat û keda jinan in, hin ji wan ji bo hişyarkirina girîngiya paqijiyê ne. Hin ji wan jî li ser roja 8’ê Adarê ne.
ANHA / QAMIŞLO