Li navçeya Silêmaniyê Qeledizê pêr êvarê li ber Baxê Giştî heta bi Çerxerêya Polîsan bi dirûşmeyên "Kurd doza Azadiya Ocalan dikin", "Bijî Serok Apo", "Bes e, Bes e Erdogan", "Ji Ocalan re Azadî" û "Faşîst Erdogan" meşiyan. Di meşê de bi dehan çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê û endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê amade bûn.
'Ocalan xebatkarê gelên bindest e'
Piştî meşê li ser navê çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, Zagros Sine axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ev demek e ku rê nade malbat û parêzerên Ocalan biçin wî bibînin û got; "Em vê çakaliya xwe li hemberî tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin. Rêber Apo di destpêka kar û xebatên xwe de, ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşiyaye, di heman demê de, ji bo hemû mirovahiyê xebitiye. Bi taybet ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn."
Zagros Sine di axaftina xwe de projaya Ocalan a çereseriya demokratîk a ji bo xwîşk û biratiya gelan, û ji bo damezrandina xweseriya demokratîk bi bîr xist û got, "Tecrîd li ser Rêber Apo û gelê Kurd zêde kirine. Planên vê dawiyê yên Erdogan yên li dijî navê darbeyê ku pê re darvekirin xiste rojevê, ev jî wisan dike ku metirsî li ser jiyana Rêber Apo çêbe."
'Ocalan dive bê azadkirin'
Li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê jî Siyako Hisên diyar kir ku niha Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di bin êşkenceyê de ye û bi bîr xist ku tecrîda mutleq a li dijî Ocalan salek û 5 meh li pey xwe hiştine. Siyako Hisên herî dawî jî got, "Ocalan Rêberê Gelê Kurd e, ji bo vê jî divê bê azadkirin."
Banga hevdîtinê li NY´yê
Li ser navê jinan ji Rojhilatê Kurdistanê Ronahî Mengur tecrîdkirina Ocalan û sîstema Êşkencê şermezar kir û got; "Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan bike. Em weke jin daxwazê li rêxistinên mafê mirov û Netewên Yekbûyî (NY) dikin ku demil dest hevdîtinê li gel Rêber Apo pêk bînîn. Herwiha daxwazê ji CPT'ê jî dikin ku encamên hevdîtina ligel Rêber Apo eşkere bikin."
Li ser navê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şerwîn Mazlum jî xwest li her derê bi serhildanan tecrîd were şermezarkirin û weha peyivî: "Pêwîst e, ti kes li mala xwe êdî rûnene, ji bo azadiya Ocalan têkoşînê xurt bike."
MIHEMED HESER/ROJNEWS / QELEDIZE