Serokê dîplomasiya Emerîkî Mike pompeo doh li Îsraîlê bû. Sedema serdanê bi derengî hat ragihandin. Di rojevê de bi destê Îsraîlê îlhaqkirina erdên Filistînî yên li Şerîa Rojava bû, lê Pompeo bi xwe mesele her bire ser Îranê.
Di dema civîna çapemeniyê de piştî hevdîtina bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re Mike Pompeo got, ”Di vê serdema pandemiyê bi xwe de jî, Îranî çavkaniyên rejîma ayetulahan bi kar tînin da ku tovên terorê li seranserê dinyayê bireşînin. Û ew vê dikin, tevî ku miletê Îranê gelek zehmetî û êşan dikişîne. Ev yek bi xwe jî gelek tiştan li ser ruhê rêveberên vê dewletê îfade dike.”
Di nava van her sê hefteyên bihurî de herî kêm 6 êrişên hewayî li dijî hedefên Îranî li Sûriyê hatibûn kirin. Axir piştî gotinên Pompeo, Netanyahu jî got, “Tahran yek deqîqeya bi tenê jî planên xwe yên şidetê li dijî Emerîkî, Îsraîlî û tevahiya herêmên din nesekinandin.” Pê re jî wî careke din got, ew dixwazin têkoşîna li dijî “êrişkariya Îranê li Sûrî” û deverên din dewam bikin.
Hikûmeta Netanyahu piştî krîzeke siyasî bi koalîsyona bi reqîbê wî yê di hilbijartinan de Benny Gantz re ava kirî, pêş dibîne ku ji destpêka Tîrmehê û pê ve plana Trump a “ji bo aştiyê” ya ji bo Filistîn û Îsraîlê bi cih bîne. Filistîniyan ev projeya Trump red kiribû, ku hem Quds weke paytexta Îsraîlê qebûl dike û hem jî îlhaqkirina deverên dagirkirî yên li Şerîa Rojava pêş dibîne. Di vê planê de dewleteke Filistînê ya li ser erdekî piçûktir jî heye.
Beriya civînê bi demeke kurt, ciwanekî Filistînî yê 15 salî bi destê eskerên Îsraîlê hatibû kuştin. Hema beriya wê jî eskerekî îsraîlê bi derba kevir a Filistîniyan avêtî hatibû kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN