MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RANYA


Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê  2. Festîvala Cilûbergên Kurdî hate lidarxistin.

Festîvala Cilûbergên Kurdî bi alîkariya Rêxistina CDO hate lidarxistin. Gelek ciwanan cilên Kurdî nîşan dan. Endama Komîteya Festîvalê Sêra Hisên têkildarî festîvalê ji ajansa me re wiha got; „Armanca me ya vê festîvalê zindîkirina cilûbergê Kurdî ne. Em hemî dizanin ku divê serdemê de çanda wergirtina cilûbergê Kurdî berbi kêmbûnê ve diçe. Bila nivşê niha bizanin bav û bapîrên me çi cil li xwe dikirin. Em jî weke hemû netewên din hewl bidin çanda xwe bidin jiyan kirin û nehêlin çanda cilên Kurdî ji holê rabe.“ Endama Komîteya Festîvalê Sêra Hisên herî dawî wiha got; „Ev 2. festîvala cilûbergên Kurdî ye tê lidarxistin. Em hewl didin ku li seranserî bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyên wiha lidar bixin. Em hewl didin çalakiyên wiha ji derveyî welat jî lidarbixin. Ji bo ku em çanda xwe li cîhanê bidin naskirin.“