Komisyon hatin pejirandin
Sitar di dawiya axaftina xwe de girîngiya yekbûna Kurdên her çar parçeyan anî ziaman û wiha berdewam kir;” Gelê Ranya li cenazeyê Şehîd Harûn Parisa xwedî derket. Parisa bi eslê xwe ji bajarê Sinê yê Îranêye, li navçeya Qelqeliya Wanê jiyana xwe ji dest daye. Li Herêma Federal ya Kurdistanê hatiye spartina axê. Ev jî tê wê wateyê kû êdî tu ciyewazi di navbera Kurdên her çar parçeyan de nemaye û êdî gelê Kurd bûye yek.“
Piştre ji bo diwanê 3 kes hatin hilbijartin. Destpêkê ji aliye Şemal Silêman ve taslaxa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan hate xwendin. Piştre jibo rêvebirina hilbijartinê komisyonek kû ji 5 kesan pêktê hate pejirandin. Jibo rêveberiya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ya Ranya 16 kesan xwe pêşniyar kir. Di hilbijartinan de 66 delegeyan dengen xwe bikaranîn. Di encama dengdayînê de ji 16 kesan 9 kes jibo rêvebertiyê hatin hilbijartin.
Di dawiya konferansê de Selman Koçer kû yek ji wan kesên kû ji bo rêveberiyê hatibûn hilbijartin ji bo beşdarvanan axivî . Koçer di axaftina xwe de jibo yên kû di hilbijartinê de hatî pejirandin û nehatî pejirandin jibo hemû kesên kû beşdarî konferansê bûyî re spasiya da nîşakirin û ji hemû kesî re serkeftin xwest.
DÎHA/RANYA