Civîn bi deqeyek rezgirtina ji bo yên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyanaxwe ji das dane hat destpêkirin. Di civîne de bûyerên siyasî û grêven birçîbûne hatin nîqaşkirin. 
Di nirxandinên civînê de çanda berxwedanê ya têkoşîna gelê Kurd afirandiye hat bibîrxistin wiha hate gotin: "Gelê Kurd di 12'e Îlona 1982'an de li dijî faşîzma bi unîforma têkoşîneke bêhempa da. Niha jî li dijî faşîzma kesk têkoşîna xwe didomîne.. Di ve têkoşîne de yek ji xbatên girîng jî  avakirin û rêxistinkinina meclîsên gel e." 
Di civîne de ji aliyê beşaran ve rexneyen çima meclisa gel li Rennesê dereng hat avakirin hatin kirin.  Piştî axaftinan rêziknameya Meclîsa Gel a Rennesê hat xwendin û ji bo meclîsa gel 11 komîsyon hatin sazkirin. Her wiha Jiyan Ararat û Hasan Koca jî mîna hevserokên Meclîsa Gel a Rennesê hatin hilbijartin. 

ANF/RENNES