Rewş zarokên Kurd yên di bin zext û tundiyên mezin de ne, binçavkirin, girtin, cezakirinên wan bi wêne û şahidan hatiye vegotin. Pêşangeh zarokên mexdur vedibêje. Pêşangeha ji bo piştevaniya zarokên Kurd yên girtî hate vekirin, vê mijarê baş dinirxîne û her wiha aliyê zext û zordariyan yên li ser gelê Kurd tê nîşandan.
Komeleya Dostaniya Kurd a Brotonya û Mala gel a Kurd ya Amara organîze kir û diyar kirin k udi girtîgehan de li ser zarokan di temenekê gelek biçûk de zextên îdeolojîk tên kirin û her wiha her sibeh bi ‘Ez çi kêfxweş im ku ez Tirk im’ dest bi rojê dikin.
Gelek dilsoz jî tevli pêşangehê bûn. Navenda Enformasyona Kurdistanê alîkariya xwe qut nekir û parlamentera Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat jî piştgirî dayê.
Wêneyên pêşangehê ji aliyê Gulnaz Bîlge Duman ve hatin cem hev û şahid jî Esra Çîfçî ve hatin berhevkirin.
Ev pêşangeha ji roja duşemê heta roja pêncşemê saet di navbera 16.00 û 20.00’an de li malên komeleyan ya bi navnîşana ‘6 Cours des Alliés, RENNES, salle Gwened’ dê vekirî be. 

RENNES