Doh li bajarê Reqayê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de di navê de jin û zorok jî, 9 sivîl şehîd bûn. Kadroyên tendurûstiyê yên nexweşxaneya Reqayê diyar kir ku cenazeyên 9 şehîdan gihîştine nexweşxaneya bajêr.

Li dijî dewriyeya koalîsyonê êriş

Li  nêzî navçeya Şedadê ya Hesekê jî erebeyeke bombebarkirî ku ji aliyê kesekî xwekuj ve dihat ajotin, êrişî dewriyeyeke Koalîsyona Navdewletî kir.

Erebeyeke bombebarkirî, li ser rêya di navbera navçeya Şedadê û bajarokê 47 ê li başûrê bajarê Hesekê, di nav dewriyeya Koalîsyona Navneteweyî de hate teqandin. Li gorî agahiyan, di encama teqînê de ti zerar negihîştiye endamên Koalîsyona Navdewletî.

 

HESEKÊ / REQA

 
 

Li Tebqayê teqîn

Li navenda bajarê Tebqayê doh teqînekê rû da. Ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jê zarok 4 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji Hêzên Ewlekariya bajêr, li kolana Fayîz Mensûr a li rojhilatê navenda bajarê Tebqayê saet 19:00 an de du teqîn çêbûne. Ji ber teqînan kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn ku yek jê jin e, yek jî zarok e. Birîndar rakirin nexweşxaneya Tu El-Hedîsa. Tê gotin, rewşa zarokê birîndar giran e. Hêzên Ewlekariya Navxweyî der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirine.

 

ANF/TEBQA