HÎVDA HEBÛN/ANF/REQA
Li navenda bajarê Reqayê, ku şerekî giran lê diqewime, gelek sivîl asê mane. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo rizgarkirina sivîlan şerekî giran dimeşînin. Şervanên QSD'ê rojane bi dehan sivîlan ji nava lepên çeteyan rizgar dikin û ji bo bi sax û silametî bigihînin cihên ewle, di nav hewldanên mezin de ne.
Piştî ku hate bihîstin li taxa Nîşam Ebdulmelîk a li rojhilatê Reqayê komek ji sivîlan di nava dorpêça çeteyan de maye û DAIŞ wan weke mertalên zindî bi kar tîne, şervanan yekser xwe kar kir û bi wesayiteke zirxî bi rê ketin.
Şervanên QSD'ê, di nava demeke kin de ji bo rizgarkirina sivîlan dor li taxê girt. Piştî ku şer giran bû, em ji cihê şer derxistin û birin nuqteyeke din. Em li wir li benda hatina sivîlan man. Şer 3 saetan dewam kir. Paşê sivîl û şervan di wesayitên sivîl de li pey hev xuya kirin.
Şêniyên Reqayê ku ev 4 sal in DAIŞ zilmê li wan dike, dema ku ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin û ber bi herêma ewle ve hatin anîn, ji kenê li ser rûyê wan, kêfxweşiya wan dihate dîtin. Pirraniya van sivîlan jî jin û zarok bûn. Hêzên QSD'ê ew birin avahiya ewle û li wê derê demeke dirêj xwarin û av dan wan. Şervanên tevlî operasyona rizgarkirinê bûn jî, li ber avahiyê govend gerandin.