Di peytexta çeteyan de, şervanên QSD`ê di mesefaya  çend metran de li hember  DAIŞ`ê şer dikin û gav bi gav pêş dikevin .

Di kolanên Reqa de, şerê herî dijwar diqewime, li milekî şervanan çek li milê din kefen heye, şerê wan cuda ye, bi komên biçûk li gorî şerê kolanan tevdigerin.

Ji ber şert û mercên pevçûnan û belavbûna sekvanên DAIŞ`ê tevger zehmet e. Di navbera şervanan û çeteyan de tenê çend metre hene, pêla şer di seatên şevê û heta berbanga sihehê her ku diçe gûr dibe. Her çendî şervan li dijî DAIŞ’ê bixwazin dijwar tevbigerîn jî ji ber sivîlan pirr bi dîkkat êrîşên xwe pêktînin.

Şerê di nava kolanên vî bajarî de, ne tenê li hember çeteyên DAIŞ`ê ye, lê belê li hember bermahiyên wan, mayîn, erebeyên teqemenî,  xwekujan ne. Di nava van şert û mercan de, rizgarkirina sivîlên di çembera çeteyan de misyona bingehîne.

Rûkenî ji rûyên wan nayê xwarê, her ku nêzî çeperên pêş dibin, baldarî li mîmikan xuya dibe, her ku taxek tê rizgarkirin, morala şervanan bilindtir dibe, agirê pêşketin û rizgarkirinê di hinavên wan de geş e, çavkaniya wê jî şerê di dilê DAIŞ`ê û li peytexta wê ye.

Jiyaneke cihê

Hêzên QSD`ê ku di asta cîhanî de hatin nasîn, ji ber ku êrîş nakin lê belê rizgar dikin. Armanca wan rizgarkirina welatiyan û radestkirina rêveberiya bajêr ji şêniyan re ye. Dema sivîlan rizgar dikin, hestên cuda di nava şervanan de der tên, taybet jî ku ew sivîl xizmên wan bin.

Cudahiya wan ji her hêzê ew e ku şervan di oxira parastina hevaleke xwe de jiyana xwe feda bike. Li gel wê jî komên paqijkirina mayînan ji bermahiyên çeteyan ranawestin û hewl didin rojnamevanên hemleyê dişopînin, biparêzin.

Di paytexta DAIŞ`ê de şerê kolanan

Li gor şert û mercên şerê bajêr, şervanan xwe bi komên biçûk bi rêxistin kirine. Şer piranî bi çekên sivik û sîng bi sîng e. Çeteyan her tişt veguherandiye çeperan. Heta malên sivîlan, avahiyên xizmetguzarî, cihên giştî û qenelîzesyon jî kirine tunel. Her wiha mayîn di nava nivînan, amurên elektirîkê de danîne.

EKREM BEREKAT/ANHA/REQA