Şev li navenda salona bi navê Herrman-Hepper Turnhalle a Tübingen ê pêk hat. Di bernameya şeva piştgiriyê de Zeynep Enhas, Sîmar, Koma Mozaîk,  Koma Govendê Mendeş ,  gelek komên heremî û her wiha sînevizyon jî hate nîşandin.
Di şeva piştgiriyê de standên ji bo alîkariyê yênHeyva Sora Kurdistan(YSK), TEV ÇAND, Yenî Ozgur Polîtîka hatin vekirin. 
Di şevê de pêşî li ser navê Komîteya amadekar û her wiha li ser navê rêveberiya Komeleya Çand û Hünera Kurd a Reutlingenê Mahmut Ünver axifî û di derbarê amadekarî û her wiha armanca şevê de agahi da girse yê. Di şeva piştgiriyê de, li ser navê şaredariya bajarê Reutlingenê mesajek nivîskî hate şandin û her wiha di mesaja şaredariyê de, piştgiriya bi şevêre hate destnîşankirin.
Dîsa di şeva piştgiriyê de, ji aliyê rêveberê partiya Elman MLPD ên heremê ku ji bo erdhejzedeyan alîkarî dabûn hev li ser navê wan Frank û Ferit peyama hatî amadekirin xwendin û piştgiriya xwe ya bi erdhejzedeyan re anîn ziman.
Di şeva watedar a ji bo piştgiriya erdhejzedeyan hatî amdekirinde, ji aliyê komîteya madekarên şevê ve ji bo kesên di xebatên alîkariyê de bi ser ketine xelat jî hatin dayîn. Ji boy xelatkirinê sê kecên ciwan Asuman Akdag, Newroz Karabulut û Berivan Ayaz hatin hilbijartin.
Piştî axaftin û xwendina peyamên ji bo şevê hatin dayîn, bi derketina folklorê û komên muzîkê li ser dikê û her wiha bi xwendina stran û helbestan xemgini,  hetanî derengiya şevê berdewam kir.

ABDURRAHMAN KARATAŞ - STUTTGART